Li Amedê konferansa “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” dest pê kir.
Konferans li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin.
Rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek der barê yekîtiya Kurdî de ji Konferansa 'Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin" re şand.
''Gelê Kurd, ji ber polîtîkayên înkar, tunekirin û zextê yên salên dirêj in didomin, ji derfetên bicihanîna vê veguherînê ya di rêgeheke xwezayî de bêpar hatiye hiştin.
Wê civaka Kurd çawa bigihîje asta civakeke hemdem."
OCALAN: PÊWÎSTIYA CIVAKEKE DEMOKRATÎK BI AVAKIRINEKE ZANETÎ HEYE
Di berdewamiya peyamê de, Abdullah Ocalan bal kişand ser civaka demokratîk û got:
Civakeke demokratîk, pêwîstiya xwe bi avakirineke zanetî heye.
Ev avakirin ne bi tundiyê, ne jî bi zextê dikare çêbibe.
Bi rêxistiniyeke civakî ya piralî ya li ser bingeha siyaseta demokratîk û hiqûqê pêkan e.
OCALAN: SIYASETA DEMOKRATÎK Û HIQÛQÊ ESAS BIGIRIN
Her wiha Ocalan anî ziman ku Kurd mecbûr in avadaniya xwe ya nû, ne tenê li dijî derve, di heman demê de di têkiliyên navxweyî de jî, rêgezên demokratîk esas bigirin û wiha eşkere kir:
''Hewce ye em di têkiliyên bi netewe-dewletan de çareseriya demokratîk û muzakereyê biparêzin.
Di têkiliyên navxweyî de jî ne tundiyê, siyaseta demokratîk û hiqûqê esas bigirin.
Rêya yekîtiya demokratîk, ji muzakereya demokratîk derbas dibe.''
Di dawiyê de damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan destnîşan kir:
"Yek ji pirsgirêka bingehîn a gelê Kurd, pirsgirêka yekîtiyê ye.
Yekîtiya demokratîk, mecbûriyeteke dîrokî ye.
Ji bo aqil û îradeya hevpar derkeve holê.
Civandina kongreya yekîtiya demokratîk a berfireh peywireke lezgîn e."