Duh 100 dîlgirtî serbast hatin berdan

Duh hejmarek dîlgirtiyan serbest hatin berdan. Dîlgirtiyên ku hatin berdan, gotin ku wan gelek êşkence dîtine û hîn jî bi hezaran şervanên Kurd di zîndanê de ne.

reset font size increase font size

Duh di çarçoveya rêkeftina ku 29'ê çileyê di navbera QSD`ê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de 100 dilgirtî hatin berdan.

Dîlgirtiyên ku duh serbest hatin berdan û gihîştin bajarê Hesekê ji Nûçe Tv re axivîn.

 

"Piştî lihevkirinê nêzîkatiya wan bi me re guherî"

 

Yek ji dîlgirtiyan ku ji Efrînê ye, wiha behsa dîlgirtina xwe dike:

 

“Ez li bajarê helebê, li taxên Şêxmeqsûdê hatim girtin.

Ez derbasî zindanê bûm, piştî 60 rojan, ez niha serbest hatim berdan.

Piştî lihevkirina di navbera QSD û Hikumeta Sûriyê de, nêzîkatiya wan bi me re hat guhertin.

Dîlgirtî behsa rewşa zindanê kir û got ku dema ew girtin, bi tuhmetên ku ew QSD’ê ye û şervanê kurd e, êşkence lê kirin.

 

"Du rojên din wê komeke din a dîlgirtiyan werin berdan"

 

Her wiha dîlgirtiyekî din jî got ku ew li Şamê di zîndanê de bû.

Wî diyar kir ku piştî rêkeftina ku hat çêkirin, êşkence ji ser wan rabû.

Dîlgirtî got ku ew di berxwedana Şêxmeqsûd de, hatibû girtin û wiha lê zêde kir:

 

Ev şerefek e ku em ji ber doza xwe ketin zîndanê

 

“Dema dizanîn ku em kurd in û mirovê hev in, em ji hev dûr dixistin.

Em wekî asayîş, leşkerî cûda dikirin, bi hezaran heval di zîndanê de ne.

Hîn bi hezaran şervanên kurd di zîndanê de ne.

Ji me re hate gotin ku wê du roj din hinek dîlgirtiyên din jî berdin.

Di dawiyê de dîlgirtiyê ku serbest hatî berdan hestên xwe wiha anî ziman:

 

Em gelek kêfxweş bûn ku ketin cihên ku di bin kontrola kurdan de ye.

Dema em di nava wan de bûn, em ditirsîn, tirsa me ew bû ku tiştek bînin serê me. Tirsa me derveyî xwedê ji kesî nîn e. Lê ez serbilind im ku ji bo doza xwe ketime zîndanê.  

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye