Îro Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di daxuyaniya ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de got: “Parastina azadiya çapemeniyê, parastina mirov û heqîqetê ye.” Her wiha Netewên Yekbûyî jî bi daxuyeniyekê wiha got: Azadiya çapemeniyê û rojnamegeriya serbixwe, stûnên bingehîn ên aştî, vejîna aborî, pêşketina domdar û mafên mirovan e.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

YRA got: "Ragihandina serbixwe bingeha civaka demokrtîk û misogeriya zelalî, lêpirsîn, dadmendî û rêzgirtina mafên mirovan e.

Ev roj di demeke wisa de hatiye ku nîşaneyên azadiya çapemeniyê li cîhanê bi awayekî giran paşve çûne."

YRA: Rojnamevan rastî binpêkirinan tên

Her wiha YRA’yê di  berdewamiya daxuyaniya xwe de ev yek dest nîşan kir:

"Li herêma me, bi taybetî li Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyê rojnamevan di rewşekê de ne ku rê li ber ragihandina pîşeyî ya azad û ewle tê girtin.

Ew bi binpêkirinên cidî yên weke girtin, revandin û gefxwarinê re, rû bi rû ne.

Ev kiryar ne tenê li dijî rojnamevanan, di heman demê de li dijî mafê civakê yê bidestxistina zanyariyê ne."

YRA banga parastina rojnamevanan kir

YRA’yê banga parastina rojnamevanan û gerantîkirina azadiya çapemeniyê kir û wiha got:

Di vê rojê de, em hemû hevkarên xwe yên rojnamevan li Sûriyê û cîhanê silav dikin û teqez dikin ku her hewldanek bêdengkirina rastiyê û windahiya civakê bi giştî ye.

Parastina azadiya çapemeniyê, parastina mirov û heqîqetê ye."

NY: Azadiya çapemeniyê stûna aştiyê ye

Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî daxuyeniyek da û da zanîn:

“Bi pêşvebirina gihîştina agahiyên pêbawer û pêşxistina hesabdayînê, diyalog û baweriyê, azadiya çapemeniyê û rojnamegeriya serbixwe stûnên bingehîn ên aştî, vejîna aborî, pêşketina domdar û mafên mirovan e.

Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2026`an, derfeteke girîng pêşkêş dike ji bo ji nû ve piştrastkirina azadiya derbirînê.”

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye