Festîval, her sal bi armanca pêşxistina diyaloga çandî tê lidarxistin.
Îsal, di festîvalê de, herî zêde li ser çanda Kurdistanê tê sekinandin.
Bernameya çanda Kurdî di 2, 4 û 6’ê Gulanê de tê lidarxistin.
Di çalakiyan de govendên kevneşopî, stranên neteweyî û çandî û adetên daweta Kurdî têne nîşandan.
Di pêşangehan de jî, berhemên hunera gelêrî û kincên neteweyî yên ji Kurdistanê têne nîşandan.
Festîvala “Ruhê Rûsyayê” weke platformeke diyaloga çandî di navbera gelan de tê lidarxistin û beşdariya çanda Kurdî di vê salê de, pir balê dikişîne.