Kongreya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Serhedê KURDÎWAR, yekemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Kongre li bajarê Wanê, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi tevlîbûneke girseyî ya rewşenbîr û nivîskarên kurd pêk hat.
Di kongreyê de beşdaran bal kişandin ser rewş û astengiyên ku li pêşberî wêje û zimanê Kurdî ne.
Hevserokê demkî yê KURDÎWAR`ê Qahir Bateyî jî bal kişand ser xebatên komeleyê û astengiyên ku di pêvajoyê de derketine pêş.
Hevserokên nû yê KURDÎWAR`ê hatin diyarkirin
Piştî axaftinan, dengdayîn hat kirin û rêveberiya nû ya komeleyê hate diyarkirin.
Nazîme Bor û Mehmet Çelebî wekî hevserokên nû yên KURDÎWAR`ê hatin hilbijartin.
Hevserokê nû Mehmet Çelebî diyar kir ku ew ê ji bo anîna cem hev a hemû nivîskarên Kurd ên li Serhedê, xebatên xwe hîn xurtir bikin.