Dewleta Îranê rojane girtiyan bidarve dike. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Îran International ve hatine wergirtin, li girtiyê bi navê Hadî Abbasiyan yê 38 salî, ji aliyê dadgeha şoreşa Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Doza wî berê li Şaxa Duyemîn a lêpirsînê ya Dadgeha Şoreşê ya Şîrwanê dibin lêpirsînê de bû.
Li gorî heman çavkaniyê, di roja yekem a girtina xwe de ew rastî êşkenceyê hatiye.
Sûcên rastîn ên ku bûne sedema cezayê darvekirinê û belgeyên dadgehê yên li dijî Abbasiyan hîn nehatine destnîşankirin.
Ajansa Nûçeyan a HRANA jî ragihand ku Borzo Rezaei, welatiyekî ji Kirmaşanê ku di çarçoveya xwepêşandanan de hatibû girtin, cezayê darvekirnê lê hatî birîn.
Li Zindana Tehrana mezin ya Îranê de ye, ji aliyê Şaxa 23 ya Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekrinê lê hatî birîn.
Li gorî agahiyên HRANA wergirtiye, ev ceza bi tawana"hevkarîkirina bi dewletên dijmin re" ji aliyê Şaxa 23 ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatiye birîn.
Her wiha HRANA hûrgiliyên din ên derbarê dozê û tawanên din ên muhtemel ên li dijî wî hatine vekirin, lêkolîn dike.