Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê, roja pêncşemê ragihand ku dewleta Îranê roja sêşemê welatiyekî Kurd bi navê Selman Kakexanî ku ji bajarê Baneyê ye, bi dar ve kir.
Selman Kakexanî beriya 3 salan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tebrîzê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Kakexanî bavê zarokekî 12 salî ye, beriya mehekê hevjîna wî di şokeke elektirîkê de jiyana xwe ji dest dabû û piştî bidarvekirina wî jî, zarokê wan niha bê bav û dê maye.
Îranê xwepêşanderekî tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dar ve kir
Heman rêxistinê diyar kir ku dewleta Îranê roja çarşemê girtiyek bi navê Arif Xoşkar ku ji Tehranê ye bi dar ve kir.
Arif Xoşkar ji xwepêşanderên Tevgera Jin, Jiyan, Azadî bû û li zindana Qezel Hîsarê ya Kerecê hat bidarvekirin.
Xwepêşandanên ‘‘Jin, Jiyan, Azadî’’ tevgereke di sala 2022’yan de piştî ku keça Kurd Jîna Emînî (Mehsa Emînî) ji hêla hêzên Exlaqî yên Îranê (Geştê Irşad) ve hat qetilkirin, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû.
Piştî bicihanîna cezayê bidarvekirinê, karbidestên li Girtîgeha Qezel Hîsarê red kirin ku yekser termê xwepêşanderê bidarvekirî radestî malbata wî bikin.
Paşê malbata wî hat agahdarkirin ku divê ew roja pêncşemê, 16ê tîrmehê, biçin cenazeyê kurê xwe werbigirin.
Dewleta Îranê welatiyê bi navê ihsan reyahî bi dar ve kir
Li aliyekî din, rêxistina Hingawê da zanîn ku roja çarşemê sibehê, cezayê bidarvekirinê li girtiyê bi navê Ihsan Reyahî li Zindana Navendî ya şîrazê hat bicihanîn.
Ihsan Reyahî 31 salî ye û ji welatiyên parêzgeha Farsê ye.
Li gorî çavkaniyan, Ihsan Reyahî beriya pênc salan ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.
Paşê ji hêla dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Welatiyê bi navê Mihemed Emînî Dehaqanî hat bidarvekirin
Di heman rojê de, rêxistina Hingawê eşkere kir ku cezayê bidarvekirinê yê Mihemed Emînî Dehaqanî li yek ji girtîgehên parêzgeha Îsfehanê hatiye bicihanîn.
Mihemed Emînî Dehaqanî ji bajarê Dehaqanê ye û yek ji girtiyên xwepêşandanên Çileyê yên sala 2025-2026an e.
Li gorî Hingawê bidarvekirina vî girtiyî bi awayekî veşartî hat kirin.