Roja yekşemê 2yê tebaxê, xwepêşandan li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin.
Komek ji malnişînan, cotkar û mamoste li hejmarek ji bajarên parêzgehên Tehran, Xosiztan, Gîlan, Xorasana Rezewî, Kuhgîlûyê û Boîr Ehmed, Azerbaycana Rojhilatî, Erdebîl, Faris û Kirmanşanê ji bo protestokirina pirsgirêkên debara jiyanê, bihayên bilind, enflasyon û paşguhkirina daxwazên xwe, mîtîng û xwepêşandan li dar xistin.
Li Kirmaşan, malnişînan di xwepêşandanên xwe de rexne li rêveberiya xirab û paşguhkirina daxwazên malnişînan kirin.
Xwepêşanderên Kirmanşanê bi dirûşmeya "Malnişîn ji bo mafê xwe bang bikin" qîr kirin.
Li bajarê Şûşê yê ser bi parêzgeha Xozistanê ve jî, malnişînan xwestin ku pirsgirêkên wan ên debara jiyanê û sendîkayê werin çareserkirin.
Xwepêşanderan, ji ber enflasyon, bihayên bilind û pirsgirêkên tenduristî û xizmetguzariyê, dirûşmeyên wekî "Heta ku em mafê xwe bi dest nexin, em li malê rûnanin" û "Nan, kar, azadî, jiyaneke baş mafê her kesî" qîr kirin.
Ev jî dîmenê xwepêşandanên Tehranê ye.
Li Tehranê, xwepêşanderan di mîtînga xwe de daxwaza zêdekirina mûçeyan, baştirkirina şert û mercên jiyanê û bersivdana daxwazên xwe kirin.
Di dîmen de tê bihîstin ku xwepêşander li rex daxwazên xwe, daxwaza berdana mamosteyê malnişîn û girtiyê siyasî Haşim Xwastar kirin.
Her wiha banga ku rayedar û berpirs îstifa bibin kirin.
Di demên dawiyê de, xwepêşandanên malnişînan li bajarên cuda yên Îranê berdewam dikin û balê dikişînin li ser pirsgirêkên debara jiyanê, mûçe û daxwazên sendîkayan.