Li Îraqê krîza darayî heye

Ji ber girtina Tengava Hurmizê, li Îraqê krîza darayî çêbûye û gelek roj di ser dabeşkirina mûçeyên beşek ji mûçexurên hikûmetê re derbas bûne. Berdevkê hikûmetê jî dibêje ev pirsgirêk demkî ye û ev nûçeyên ku behsa îflasbûna Îraqê dikin, dûrî rastiyê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Girtina Tengava Hurmizê, Îraq rûbirûyî krîzeke darayî ya mezin kiriye.

Berdevkê Hikûmetê jî dibêje Îraq hîn îflas nekiriye.

Berdevkê hikûmeta Îraqê, Heyder Ebûdî, di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber ku girtina Tengava Hurmizê, di dabeşkirina mûçeyên mûçexuran de pirsgirêk derketiye, lê ev pirsgirêk demkî ye.

Heyder Ebdûdî: Îraqê îflas nekiriye û ev pirsgirêk demkî ye

Ebûdî da zanîn ku ew nûçeyên der barê îflasbûna Îraqê de ne rast in, ji ber ku niha li hundirê Îraqê qebareya pereyên kaş ên ku tên pevgûhartin 100 trilyon dînarên Îraqî ye û got:

‘‘Mûçexurên piraniya wezaretan mûçeyên xwe girtine û tenê çend wezaret mane.

Ew mûçexurên ku heta niha mûçe wernegirtine, em ji wan re piştrast dikin ku mûçeyên wan di cihekî de naçin.

Girtina Hurmizê sedema krîza darayî ya li Îraqê ye

Girtina Tengava Hurmizê ne tenê bandoreke rasterast li jiyana mûçexurên dewletê kiriye, lê bandor li jiyana rojane ya hemû Îraqiyan jî kiriye.

Li Îraqê 9 milyon û 200 hezar kes mûçe û alîkariyê ji hikûmetê werdigirin.

Pêdiviya hikûmetê mehane bi nêzîkî 8 trilyon dînarî heye, da ku mûçeyan dabîn bike.

Li gorî daneyên fermî yên hikûmeta Îraqê, di navbera 96% heta 97% ji hinardekirina petrola xav a Îraqê di Tengava Hurmizê re derbas dibe, di demekê de ku dahata petrolê nêzîkî 90% ji dahata dewletê pêk tîne.

Beşek ji mûçexurên hikûmeta Îraqê mûçeyên tîrmehê wernegirtine

Ji ber vê yekê, niha hikûmeta Îraqê li rêyên alternatîf digere ji bo hinardekirina petrolê, da ku pişta xwe bi Tengava Hurmizê ve girê nede.

Bi taybetî xebat ji bo çalakkirin û bilindkirina hinardekirina petrolê di xeta boriyê ya Ceyhan a Tirkiye û Sûriyê re tê kirin.

Berdevkê Hikûmetê: Elî Zeydî gefa destvekişandinê nexwariye

Der barê gotegotên destvekişandina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de, Heyder Ebûdî got:

“Ev gotegot dûrî rastiyê ne û ti nîşanek ji bo destvekişandina Elî Zeydî tune ye.

Berpirsyariyeke dîrokî li ser milê serokwezîr heye û ew dûrî daxwazên bi vî rengî ye, ji ber ku destvekişandin biryareke rûberûbûnê ye û ev yek ji kesayetiya Elî Zeydî dûr e.

Ev yek piştî êrîşa li dijî 8 baregahên Heşda Şebî ku di 29’ê tîrmehê de ji aliyê Erebistana Siûdî û Amerîkayê ve pêk hat rûda.

Paşê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi fermî aliyên nav "Çarçoveya Hevahengiyê" agahdar kir ku eger pabendî biryaran nebin ji bo bêdengkirina çekan û radestkirina wan ji bo dewletê, ew ê ji posta xwe dest bikişîne.’’

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye