Amerîkayê karên Elî Zeydî ji bo temamkirina kabîneyê rawestandin

Karên serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bo temamkirina kabîneya wî hatine rawestandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Şerqul Ewset ku xwe dispêre çend çavkaniyên Îraqî, eşkere kir, nûnerê serokê Amerîka li Îraqê Tom Barrack, hewldanên serokwezîrê Îraqê bo temamkirina kabîneya xwe pûç kirine.

Her wiha vîto daniye ser berbijêrên her yek ji wezaretên Parastin, Navxwe, Xwendina Bilind û Plansaziyê.

Rojnameyê da xuyakirin ku Washington red dike nûnerên komên çekdar postên wezarî wergirin.

Amerîka kontrolkirina çekên komên çekdar û kêmkirina bandora Îranê, wekî karê sereke dibîne.

Di 14’ê Gulanê de Elî Zeydî bawerî girt û 14 wezîr hatin diyarkirin û dest bi karên xwe kirin, lê 9 wezîrên wezaretan hîn jî diyar nebûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye