Îraq dest bi dadgehkirina çekdarên biyanî yên DAIŞ’ê kir: 6 Fransî li Bexdayê li ber dadweriyê ne

Îraqê dest bi dadgehkirina endamên biyanî yên rêxistina DAIŞ’ê kir û di vê çarçoveyê de 6 welatiyên Fransî yên ku ji Sûriyeyê hatibûn veguhestin, derketin pêşberî dadgeha Bexdayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev kes beşek ji koma yekem a ji 47 kesên Fransî ne ku li girtîgehên bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bûn û radestî Îraqê hatibûn kirin. Di nav tawanbaran de navên naskirî mîna Adrian Guillhal jî hene ku berpirsyariya êrîşa bajarê Nice ya Fransayê ya sala 2016’an girtibû ser xwe.

 Tê zanîn ku Civata Bilind a Dadwerî ya Îraqê ragihand ku lêpirsîna zêdetirî 5,700 girtiyên biyanî yên ji 60 neteweyên cuda bi dawî bûye û ew sewqî dadgehên pispor hatine kirin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye