DYA'yê hişyariya ewlehiyê ya ji bo welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn nû kir

Wezareta Derve ya DYA'yê ji ber zêdebûna aloziyên herêmî û metirsiyên ewlehiyê, hişyariya xwe ya ji bo hemû welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn nû kir û bang kir ku li hemberî rûdanên gengaz hişyar bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyeke nû ya ewlehiyê weşand û hişyariyên xwe yên ji bo welatiyên xwe yên li welatên Rojhilata Navîn nû kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber rewşa nebaş a ewlehiyê û egera geşedanên lezgîn, divê welatiyên Amerîkayê bêtir baldar bin.

Li gora daxuyaniyê, fikarên mezin li ser astengiyên gengaz ên di geştên hewayî de û her wiha metirsiyên li ser berjewendî û saziyên Amerîkayê yên li herêmê hene. Wezaretê daxwaz ji hemû welatiyên xwe kir ku plansaziyên xwe yên geştê ji nû ve binirxînin, xwe ji cihên qerebalîx dûr bixin û geşedanên dawî bi rêya medyayê bi baldarî bişopînin.

Ev hişyarî di demekê de tê ku aloziyên siyasî û serbazî yên li seranserê herêmê di asteke bilind de berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye