Îran: Cihên Amerîkî li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî armanca me ne

Îranê gef xwar ku wê cihên Amerîkî li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî bike armanc. Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku "gelek welat" dê keştîyên şer bişînin herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îranê gef xwar ku wê "stargehên" Amerîkî li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî bike armanc.

Roja Şemiyê navendeke enerjiyê ya sereke li Îmaratê ji ber êrîşeke bi dronan hate astengkirin.

Dema ku pevçûn ket hefteya xwe ya sêyemîn, Îranê bi awayekî tund hişyarî da ku hin deverên Îmaratê hedefên rewa ne, piştî ku hêzên Amerîkî cihên leşkerî li Girava Kharg, navenda sereke ya petrolê ya Îranê, bombebaran kirin.

Berdevkekî leşkerî yê Îranê bang li xelkê li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî kir ku baregeh, û veşartegehên Amerîkî vala bikin.

Wî îdia kir ku hêzên Amerîkî ji wan deveran giravên Îranê hedef girtine.

 

Trump: Wê gelek welat keştiyên şer bişînin Tengava Hurmuzê

 

Ji aliyekî din ve Serokê Amerîkayê Donald Trump bê ku navê dewletan bêje ragihand ku ji bo vekirî mayîna Tengava Humuzê wê gelek welat keştiyên şer bişînin heremê.

Trump di postek li ser Truth Social de, derbarê mijarê de ev nivîs nivîsand:

"Gelek welatan, ji hewldana Îranê ya girtina Tengava Hurmuz zirar dîtine.

Bi hevrêziya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê welat keştîyên şer bişînin da ku Tengava Hurmuz vekirî û ewle bihêlin.

Di vê navberê de, Dewletên Yekbûyî wê Beravê bi giranî bombebaran bike û berdewam bike ku keştîyên Îranî birûxîne."

Tengava Hurmuzê ji sedî 20ê dabînkirina enerjiya cîhanê ye.

Rêberê Bilind ê Îranê, Mocteba Xamineyî, got ku divê rêya avê ya stratejîk wekî rêbazeke zextê girtî bimîne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gef xwar ku wê li binesaziya petrolê ya Îranê li Girava Xarc bixe heya ku Tehran êrîşên xwe yên li ser keştîyên li Tengava Hurmuzê rawestîne.

Li alîyekî din jî Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa îro ya li ser Konsulxaneya Îmaratê ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di encama êrîşê de du nobedar birîndar bûbûn û zerer gihîştbû avahiya konsulxaneya Îmaratê.

Di daxuyaniyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku pêwîst e Hikûmeta Îraqê erka xwe yê ji bo parastina nûneratiyên dîplomatîk bi cih bîne û rê li ber dubarebûna van êrişan bigire.

Serokatiyê tekez kir ku pêwîst e Hikûmeta Îraqê êrîşkaran bibîne û ceza bike, da ku êdî asayîş û berjewendiyên welat nekevin metirsiyê.

Ev êrîşa duyemîn e ku li ser konsulxaneya Îmaratê ya Başûrê Kurdistanê pêk tê.

Îmaratê ji Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku lêkolînê li ser hûrgiliyên vê êrişê bikin ji bo diyarkirina aliyên berpirs û ji bo hemû rêkarên pêwîst ji bo cezakirina encamderên wê bidin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye