Lezgin

Almanya li hember penaber û koçberan deriyê xwe digire

reset font size increase font size

Wezîrê Karê Hundir ê Almanyayê Alexander Dorindit tekez kir ku welatê wî li hember penaxwazên li ser sînor wê  redkirina xwe berdewam bike.

Wezîrê Karê Hundir ê Almanya destnîşan kir, tevî ku penaber û koçber tên redkirin,hîn jî hejmara penaxwazên li er sînor pir zêde ne.

Alexander Dorindit eşkere kir ku di navbera 8`ê Gulanê û 1`ê Hezîranê de 2850 kes hatin redkirin ku bikevin Almanyayê,di nava rewşên redkirî de gelek kesên ku dixwestin bikevin welatê Almanyayê, bê ku daxwaza penaberiyê pêşkêş bikin û ragihand ku polîsan li gorî yasayê tedbîrê xwe girtin.

Wezîrê Almanya daxwiyaniya xwe bi şandina peyameke zelal bi dawî kir ku Almanya nikare pêşwaziya ewqas hejmarên mezin ji penaberan bike û redkirina penaberan wê berdewam be,ji bo parastina aramiya navxweyî û sîstema yasayî ya welêt.

Di sala 2025`an de, siyaseta penaberiyê ya Almanya di bin serokatiya şêwirmendê nû Friedrich Merz, guhertinên radîkal derbas kir, ji dema ku kar kirî ji Sibatê ve hukûmet nêzîkatiyeke sînordartir li hember koçber û penaberan pêk tîne.

Li Almaniya zêdetir 20 milyon koçber û penaber dijîn,di nava wan de 27 hezar kes bê nasname jî hene.

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24