Qonaxa duyem a pevguhertina dîlgirtiyan duh 2’ê Hezîranê, di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilat Şamê de pêk hat.
Ji her du aliyan 469 dîlgirtî hatin berdan. Jê 293 dîlgirtiyên Meclîsa her du taxan e û 176 jî endamên desthilata Şamê ne.
Di 1’ê Nîsana 2025’an de di navbera Meclîsa Giştî ya her du taxan û desthilata Şamê de peymanek hatibû îmzekirin. Peyman ji 14 bendan pêk hatibû. Li gorî wê di benda 12’an a peymanê de, biryar hat girtin ku her du alî girtiyan bi hev biguherin. Qonaxa yekem di 3’yê Nîsanê de pêk hatibû.
Piştî ku 55 roj di ser berdana beşa 1’emîn re derbas bûn. Di 28’ê Gulanê de careke din hewl dan ku girtiyan bi hev biguherin. Lê ji ber ku desthilata Şamê serbest berdana şervanên yekîneyên paratina jin YPJ’ê red kir. Pevguhertin hat derengxistin.
Her wiha di 1’Hezîranê de, di navbera şandeya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de civînek li Şamê hate lidarxistin. Yek ji mijarên civînê jî ev bû “Ji nû ve aktîfkirina dosyaya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û çareserkirina wê bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya navxweyî bike.
Rustem Eliko