Tevî dan û standinên herî dawiyê yên di navbera Libnan û Îsraîlê li Waşingtonê, hin jî Îsraîl êrîşî Libnanê dike.
Îro Artêşa Îsraîlê êrîşî rojavayê Libnanê kir.
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê de li derdora Cebûr, kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Libnanê: Pêwîstî bi 500 milyon Euro heye
Serokwezîrê Libnanê Newaf Salam di civîneke çapemeniyê de li Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û got:
“Di nav agirbesta 10 rojî ya di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, ji bo çareserkirina krîza mirovî pêwîstiya Libnanê bi 500 milyon Euro heye.”
Her wiha Serokê Fransayê Emmanuel Macron bang li Îsraîlê kir ku dev ji armancên xwe yên berfirehbûnê berde û wiha anî ziman:
“Divê Hizbulah êrîşên xwe yên li ser axa Îsraîlê rawestîne.
Divê bêçekkirina Hizbulahê ji hêla Libnanê bi xwe ve were ragihandin.”
Macron: Fransa dê alîkariya Libnanê bike
Di heman demê de Macron diyar kir ku ji bo dan û standinên bi Îsraîlê re, ew amade ne alîkariya Libnanê bikin û wiha axivî:
“Ez banga imzekirina peymaneke siyasî di navbera Îsraîl û Libnanê de dikim ku ewlehiya her du welatan û yekîtîya axa Libnanê garantî bike.”
Şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê, di 2´ê Adarê de dest pê kiribû.
Ew jî piştî ku Rêberê bilind yê Îranê Elî Xamineyî hat kuştin Hizbulah jî got ku ew ê tola Xamineyî hilînin.
14´ê Nîsanê jî ji bo gihiştina rêkeftinekê di navbera Îsraîl û Libnanê de, her du welat li Waşingtonê civiyan.
Piştî civînê bi çend rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbeteke 10 rojî ji bo şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de ragihandibû.
Lê belê heta niha ev agirbest bi cih nebûye hem Îsraîl hem jî Hizbulah êrîşên xwe didomînin.