Kesên ku hatin binçavkirin bi îdiayên ''sexteya îhaleyan, avakirina rêxistinekê ji bo kirina sûc û bertîlxwarinê” rastî lêpirsînê hatin.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê ya dirêj, 19 kes bi fermana dadgehê hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola dadwerî hat berdan.
Serokê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Çelik ev bûyer rexne kir û got:
"Pêvajoya dadwerî neadil e û ev operasyon wekî zexta siyasî tê dîtin."
Operasyon di nîvê şevê de li Şaredariya Ataşehirê hat kirin, lêpirsîna dozgeriyê jî nêzîkî 11 seatan berdewam kir.