Li meclisê hevdîtinên budçeya navendî ya sala 2026'an berdewam dikin. Komîsyona budçeyê duh jî ji bo hevdîtina budçeya Wezareta Karên Derve civiya. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bû.
Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, siyaseta Tirkiyeyê li Sûriyeyê rexne kir û wiha axivî:
“Hûn îdia dikin ku ji bo Tirkiyeyê pirsgirêka ewlehiyê ye. Lê hûn nikarin vê pirsgirêka ewlehiyê bi gefan çareser bikin.
Heke hûn dixwazin encamên pêşerojê yên dîplomasiya ku li Sûriyeyê, hem berî û hem jî piştî Esed tê kirin bibînin, em pêşniyar dikin ku li Kibrisê binêrin.
Zirara ku ji hêla siyaseta derve ya leşkerî û ewlehî-navendî ya Tirkiyeyê ya demdirêj a li ser Kibrisê ve hatî çêkirin eşkere ye.
Bakurê Kibrisê ji ber van polîtîkayên ewlehî-navendî hatiye tecrîdkirin û bê çareserî maye.”
Meral Daniş: Budçe ji şer re tê veqetandin
Di hevdîtina budçeyê de parlamantera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî axivî û bi lêv kir ku budçe ji şer re tê veqetandin.