Têkildarî pêvajoya entegrasyonê û astengiyên li pêşiya mamoste û xwendekarên Kurd, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji ANHA`yê re axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku bi destpêkirina qonaxeke nû ya xebatên saziyan li Sûriyê re, girîngiya temamkirina gavên pratîkî yên têrker ên ku entegreya xwendekar û mamosteyan misgoer dike derdikeve holê.
Îlham Ehmed anî ziman ku divê mafê xwendekar û mamosteyan were parastin û xwecihbûneke ji bo proseya xwendinê were pêşxistin.
Îlham Ehmed bal kişand ser xwendekarên Kurd ên ku li hin dibistanên hikumetê perwerde dîtine jî wiha got: "Xwendekarên Kurd ên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dîtine li hin dibistanên hikumetê rastî hejmarek ji rêkaran tên ku hewcedarî zelalkirin û rêxistinkirinê ne.
Yek ji wan jî ezmûnên bi zimanê erebî, pêdiviyên wergerê û belgekirina bawernameyan ne. Li kêlek van tişan heta niha makanîzmeya qebûlkirina xwendekaran û entegreya mamosteyan ne diyar in."
Îlham Ehmed: Divê ku taybetmendiyên qonaxa veguhêz li ber çavan were girtin
Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew hêvî dikin rêkarên yekbûyî û zelal li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Heleb û Efrînê werin pêkanîn ku taybetmendiyên qonaxa veguhêz li ber çavan were girtin û xwendekar û mamoste bi hêsanî derbasî sazî û dibistanên nû yên perwerdeyê bibin.
Îlham Ehmed got "Divê astengiyên li pêşiya xwendekar û mamosteyan bên rakirin û careke din bi awayekî piratîkî û berpirsyar li ber çavan bêne girtin. Ji bo yekkirina makanîzmeyên wê jî xebat bê kirin bi awayê ku rêkarên îdarî û pêdiviyên zimanî nebin pirsgirêk li pêşiya mafê fêrbûnê û mamoste karibin peyama xwe bi cih bînin. Her wiha pêdiviya qonaxê bi çareseriyeke pratîkî û hemaheng heye ku berjewendiyên xwendekaran û xwecihbûna proseya fêrkirinê bibin armancên pêşîn."
Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo entegreya saziyan bi serbikeve pêdivî bi zelalkirina rêgezan û hemahengî di navbera aliyên têkildar de û baweriyê heye."
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: " Qonaxa nû derfeteke ku em karibin modelek perwerdehiyê ava bikin ku pirrengiya Sûriyê nîşan bide, her wiha ziman û çandên wê biparêze.
Her wiha hestê hevkarî û hemwelatîbûna wekhev a hemû gelên wê bihêz bike û astengiyên îdarî yan zimanî ji holê rakin."