Li Sûriyê piştî hilweşîna Esed, cihê Îranê di nava welat de, nema.
Li rex vê jî, Îran eniyek xwe ya berxwedanê li Sûriyê ava kir.
Dîmenek li ser mediya dijîtal belavbû û rastî bakêşiyeke mezin hat.
Di vî dîmenî de, komeke çekdar ku navê Ûlî El-Be'is li xwe dikin amadekariyên êrîşek mûşekî dikin.
Her wiha di berdewamiya dîmen de, Ev kom bi "Eniya Berxwedana Îslamî li Sûriyê" ve girêdayî ye.
Komê ragihandin ku wan baregeheka Îsraîlê baregeha "El-Akko" ya li herêma Hewza Yermûk a rojavayê Derayê hedef girtiye.
Vîdyo amadekarî û avêtina çend mûşekan nîşan dide, lê cihê operasyonê û cihên hedefgirtî ne diyar in.
Vîdyoya belavbûyî hûrgiliyên zêdetir li ser cewher an dema êrîşê yan jî encama wê nedane
Li ser vê heta niha Îsraîlê tu daxuyanî nedaye.
Ev koma Ûlî El-Be'is kî ye?
Ev kom di bin sîwana Îranê û li başûrê Sûriyê de tevdigere.
Koma Ûlî El-Be'is beriya di meha gulanê de, bi daxuyaniyek vîdoyoyî avabûna xwe ragihadin.
Wê demê jî, komê di dîmenê xwe de çend êrîşên xwe li dijî bargehên Îsraîlê li başûrê Sûriyê pêşkêş kir.
Her wiha komê eşkere kir ku ew ti têkiliyên wan bi Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve tune ye.
Komê eşkere kir ku armanca avabûna wan tenê ji bo êrîşkirina bargehên Îsraîlê ye.
Her wiha bang li ciwanan kir ku tevlî wê bibin.
Di dawiyê de, komê diyar kir ku heta Îsraîl ji xaka Sûriyê venekişin ew ê êrîşên wan li dijî wê dewam bikin.
Ev cara duyemîn e ku ev kom dikeve di nav rojevê de.
Hilweşîna rêjîma Ba`is, hemû çekdarên Îranê li Sûriyê derketin û reviyan.
Niha jî di vê dema desthilatdariya Ehmed Şera de jî ev komên çekdar ên Îranê zindî dibin.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê jî heta niha li ser vê komê, avabûn û tevgera wê û êrîşên wê li dijî Îsraîlê tu daxuyanî nedaye.
Îsraîl ji vê tevgera Îranê û avabûna çekdaran li başûrê Sûriyê hayedar e.
Çend caran jî beriya niha Îsraîlê sînorê xwe derbas dikir û di nava xaka Sûriyê de, operasyon pêk dianîn.
Wê demê, Îsraîlê da zanîn ku kesên di necama operasyonê de hatine girtin alîgirên Îranê ne.
Ji ber vê jî, bû sedem ku Îsraîl ji başûrê Sûriyê venekişe.