Şam daxwaza tevlîbûna hevkariya li dijî cezanekirina çekên kîmyewî dike

Sûriyê dawaza tevlîbûna Hevkariya Navneteweyî ya Tekoşîna Dijî Bêcezakirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî pêşkêş kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev yek di daxuyaniyeke hevbeş a Sûriyê û Fransayê de, ku di salvegera 13'an a êrîşa kîmyewî ya li ser Xutaya Şamê de, hat.

Şam û Parîsê pabendbûna xwe ji bo piştgiriya hewildanên ji bo eşkerekirina rastiyê, bidestxistina edaletê û hesabpirsîna ji berpirsiyarên sûcên kîmyewî, tekez kirin.

Di heman demê de her du aliyan pabendbûna xwe ya ji bo têkoşîna li dijî bêcezabûnê nû kirin.

Di 21'ê tebaxa 2013'an de, rêjîma Baasê li dijî Xûtaya Şamê çekên kîmyewî bi kar anîn.

Wê demê bi sedan kes di nav de zarok û jin jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji dawiya sala 2012'an ve û heta hilweşîna rejîma berê di sala 2024'an de, Sûriyê rastî zêdetirî 200 êrîşên çekên kîmyewî hat.

Di encamê de zêdeyî hezar û 500 kes di nav de jin û zarok, mirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye