Mamosteyên Til Temir: Divê Zimanê Kurdî di destûra bingehîn de misoger bibe

Mamoste û xelkên Til Temirê ji bo xwedîderketina li Zimanê Kurdî û misogeriya wê di destûra bingehîn a Sûriyê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê mafê xwendina bi zimanê dayîkê were misoger kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mamosteyên Til Temrê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimnekî fermi di Sûriyê de.

Her wiha mamosteyan anî ziman ku nabe zimanê Kurdî tenê bi seatan di nava metryalan de bê dayîn, divê weke zimanê Erebî bi hemû metryalên xwe bê dayîn.

Di daxuyaniyê de mamosteyan anîn ziman ku bi salan e wan hebûna xwe û zimanê xwe parastiye û wiha domandin:

“Em bang li hikûmeta demkî ya Sûriyê dikin ku Zimanê Kurdî weke zimanekî bingehîn di Sûriyê de were qebûl kirin.”

Mamoste û xelkên Til Temrê di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku bi zimanê xwe bixwînin û zarokên xwe fêrî Zimanê Kurdî bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye