Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Şandeyê nirxandina ku di hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji bo ku bi raya giştî re were parvekirin parve kir û ev nirxandin kir:
“Biryardariya me ya li pişt ruhê gavavêtina banga 27ê Sibatê û çareserkirina pirsgirêka xwişk û biratiyê ku di nav hiqûqê de were çareserkirin, berdewam dike.
Em di arîfeya vê yekê de ne
tifaq û yekîtiya dîrokî ya Kurd-Tirk a ku li Anatoliyê heqîqeta dîrokî ye û di hemû qonaxan de ji hev qut nebûye li ser zemîna hiqûqî xurt bikin.
Abdullah Ocalan: Dema avêtina gavên hiqûqî hatiye
Di berdewamiya daxuyaniyê de Abdullah Ocalan dibêje ji bo pêşxistina jiyana hevpar divê gavên qanûnî werin avîtin.
Heqîqeta 'Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne'
pêşxistina jiyana hevpar û hiqûqa wekheviyê bi me dide ferzkirin.
Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire.
Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye
Ez bi sebrê li bendê me ku ev rê were vekirin.
Divê bi hesab û nêzîkatiyên biçûk, teng û ku xizmetê ji siberojê re nake, were terkirin.
“Di çarçoveya rapora komîsyonê de divê herkes ya dikeve ser wî bike”
Ocalan her wiha bal kişand ser rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hatibû parvekirin û daxwaza destpêkirina pêvajoyeke hiqûqî kir.
''Em hemû bi hev re jiyana hevpar ava bikin.
Li TBMMê (Meclîsa Mezin a Tirkiye)Komîsyona ku hatibû avakirin, raporek hevpar amade kir.
Di rapora ku hatibû amadekirin de jî divê pêvajoya hiqûqî û qanûnî were destpêkirin.
Divê pevçûn û çek bi temamî ji dewrê bê derxistin.
Divê rûpelêkî nû were vekirin.
Ji destê kî çi hat divê bike.''
Abdullah Ocalan Tifaqa Kurd-Tirk li Anatoliyê wek hîmê bingehîn ê siberojê pênase kir destnîşan kir ku di her gavavêtinê de divê çanda vê axê esas were girtin.
Her wiha got ku ji bo tifaq, bi awayekî mayînde bigihîje misogeriya hiqûqî divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.
Şandeya Dem Partiyê: Tbmm di serî de divê her kes bi erka xwe rabe
Şandeyê di dawiyê de diyar kir ku ew jî weke şande daxuyaniya Abdullah Ocalan dîrokî dibînin û ev bang kir:
Em jî weke şande, vê banga birêz Ocalan dîrokî dibînin û dixwazin di serî de bi (Meclîsa Mezin a Tirkiye)TBMMyê û hemû saziyên pêwendîdar re diyalogeke xurt bidomînin.
Em pêvajoyê ber bi encameke rast ve bi pêş bixin.
Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku em biryardarî vê pêvajoyê li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bi awayekî mayînde bigihînin çareseriyê.
Piştî vê daxuyaniyê tê payîn ku di nav vê hevtê de qanûna çarçoveyê bê meclisa Tirkiyê