Nêzî 50 malbatên koçberên Serê Kaniyê dê vegerin malên xwe

Amadekariyên ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê ya ji bo malên xwe ber bi dawiyê ve diçin, her wiha hat ragihandin ku pêvajoya vegerê dê di destpêka tebaxê de dest pê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan amadekariyên ji bo vegera koçberên ji Serê Kaniyê û gundewarên wê ber bi dawiyê ve diçin.

Hat zanîn ku saziyên peywendîdar ji bo qonaxa yekem a vegerê çend gund li gundewarên Serê Kaniyê wê şêniyên wan vegerin malên xwe.

Her wiha dê pêvajoya vegerê di destpêka meha tebaxê de piştî ku hemû amadekarî werin temamkirin, dest pê bike.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ji Nûçe tv re gotin ku koma yekem a koçberên Serê Kaniyê derdora 50`î malbatan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye