Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê.
Şandeyê bi Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala û Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler re têkildarî pêvajoyê hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de, li ser qonaxa ku pêvajo gihîştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin, dan û standin hatiin kirin.
Herî dawî di 3'ê cotmehê de endamên Şandeya Îmraliyê yên DEM Partiyê bi Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, herwiha bi Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anîbûn.
Di civînan de, li ser qanûna çarçoveyî, serdemeke nû ya zagonî û avakirina 'Komîsyona Şopandinê' nîqaş hatin kirin.