Îro cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî ye.
Piştî Cejna Feqîran a ku di 8’ê Nîsanê de ye, civaka Êzidî xwe amade dike ku di 15’ê Nîsanê de Cejna Kewna Dinyayê pîroz bikin.
Derbarê cejna Çarşema Sor de, gelek rayedar û partiyan ev cejn bi peyamên cuda pîroz kirin.
Mesûd Barzanî Sersala Kurdên Êzidî pîroz kir
Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesûd Barzanî pîrozbahiyên xwe yên herî germ li Êzidiyên li Kurdistan û Cîhanê kirin û hêviya bextewarî û kêfxweşiyê ji wan re xwest.
Di peyama xwe de, Barzanî da zanîn ku ew her tim ligel êş û azarên wan e û wiha pê de çû:
"Di vê helkeftê de ez tekez dikim ku em ligel êş û azarên we ne û bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin daxwazên xwişk û birayên me yên Êzidî."
Bafil Talebanî: Em ê her tim piştgiriyê bidin xwişk û birayên Êzidî
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî jî cejna Çarşema Sor li Êzidiyan pîroz kir û tekezî li ser parastina maf û nasnameya wan a olî kir.
Bafil Talebanî di peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn ji bo her kesî bibe çavkaniya bextewariyê û saleke tijî aştî û aramî.
Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim ev sersal bibe saleke tijî serkeftin
Her wiha Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got:
Ez hêvî dikim ku ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê her wiha da zanîn ku ew dê her dem wekî piştgir û parastvanê maf û daxwazên rewa yên Êzîdiyan bimînin.
KNK`ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, peyameke pîrozbahiyê weşand.
KNK’ê di peyama xwe de wiha got:
"Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde ya nava giştî civak û gelan."
Mesrûr Barzanî bi peyamekê Sersala Êzîdiyan pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di piştgirîkirina mafên Êzîdiyan de berdewam be.