Şandeya DEM Partiyê naveroka hevdîtina bi Ocalan re eşkere kir

Şandeya DEM Partiyê duh bi Rêberê Gelê Kurd, Abdulah Ocalan re hevdîtin pêk anî û di der barê hevditînê de daxuyaniyek parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyanîyê de, şandeyê balkişand ser moral û tendirustîya Abdullah Ocalan û got wekî her carê bi moral, tendurist û bi xwebaweriyeke bilind bû.

Abdullah Ocalan pêşniyar kir ku divê di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.

 

"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şer rawestandiye"

 

Ocalan, banga 27'ê Sibatê bi bîr xist û da xuyakirin ku Pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk şer rawestandiye û got: “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.”

Di dawiyê de, Rêberê Gelê Kurd, Abdulah Ocalan anî ziman ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24