Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê binpêkirin û sûcên şer ên berdewam ên ji hêla dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve li Efrînê têne kirin, belge kirin.
Rêveberê rêxistinê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku, çekdarên "Emşat, Hemzat û koma bi navê Hêzên Hevbeş" ji bilî sûcên wekî revandin û şantajkirinê jî, dest digirin bi ser mal û milkên şêniyên resen ên Efrînê.
Di 2025`an de 311 kes li Efrînê hatine revandin
Li gorî belgekirinên rêxistinê yên 2025ˊan, 26 ji wan jin û 6 zarok, bi tevahî 311 kes hatine revandin.
41 kesan jî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 40 rewşên lêdanê hatine belgekirin, nêzî 700 revandî ji girtîgehên Efrînê ber bi girtîgehên Raî û Kilis ve hatine veguhastin.
Li Efrînê û her 7 navçeyên wê 7 daristan hatin şewitandin
Rêxistinê ragihandibû ku zêdetirî 7 daristanên li deverên cuda, dar hatine birîn û şewitandin, 2 hezar û 235 darên berhemdar hatine rakirin ku piranî darên zeytûnê ne.
Ji bo vegerandina her darekê 4 dolar tê ferzkirin
Li gundê Elî Caro yê navçeya Bilbilê, tevî ku xwedî li gund e, zêdetirî hezar darên zeytûnê hatine desteserkirin, bi rengên şîn hatine boyaxkirin ku ev dibe nîşaneya desteserkirinê.
Komên çekdar li ser malbatan ferz dikin ku ji bo vegerandina her darekê 4 dolar were dayîn.
Îbrahîm Şêxo derbarê van kiryaran de wiha axivî: "Li gel ku serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şeri sozên parastina sivîlan daye, lê ev soz bi tenê li ser kaxizan mane. Çete binpêkirinan didomînin."