Di êrîşên li ser Hewlêrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parêzgarê Hewlêrê, ragihand ku dronek li gundekî navçeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye û di encamê de du hevjînan jiyana xwe ji dest dane.

reset font size increase font size

Dijîterora Kurdistanê jî daxuyand ku dron ji Îranê ve arasteyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

 

Li gor parêzgarê Hewlêrê, dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û di encamê de du hevjînên bi navên "Mûsa Enwer Resûl" û "Mijde Esed Hesen" jiyana xwe ji dest dane.

 

Parêzgarê Hewlêrê, amaje bi wê yekê kir ku sê dron arasteyî wê herêmê hatine kirin. Du ji dronan li çolterê ketine xwarê, lê ya sêyemîn li mala wê malbatê ketiye.

 

Dijîterora Kurdistanê ragihand: "Ew drona ku li gundê Zergezewiyê li xaniyê welatiyekî ketiye û bûye sedema şehîdketina jin û mêrekî, ji Îranê ve hatibû avêtin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye