Li Tirkiyê, li dijî şaredadriyên CHP`ê operasyon berdewam dikin.
Di saetên sibehê de li dijî Şaredariya Uskudarê ya navçeya Stenbolê ku di destê CHP’ê de ye operasyon pêk hat.
Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de 20 kes bi îdîaya “di pêvajoya ruxseta avahî û avedaniyê de nelirêtî û gendelî kirine” hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, li Stenbol û Yalovayê li 30 navnîşanan operasyonên hevdem hatin kirin.
Di operasyonan de 20 kes hatin binçavkirin û gelek materyalên dîjîtal jî hatin desteserkirin.
Di hefteya borî de jî li dijî şaredariyên CHP`ê yên bajarên Bursa, Bolu operasyon pêk hatibûn.
Di encama operasyonan de, şaredarên her du bajaran hatibûn girtin û ji erkê xwe hatibûn dûrxistin.