Hizbullaha Îraqê mercên çekdanînê eşkere kirin

Hizbullaha Îraqê, ku girêdayî Îranê ye, ji bo danîna çekan şertên nû danîn û daxuyaniyeke dijwar ji Elî Zeydî re şand. Yek ji şertên wan ê herî balkêş, rûxandina hêza pêşmergeyan e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ketayib Hizbullah a Îraqê ji bo danîna çekên xwe çend mercên giran diyar kirin.

Divê Amerîka û Tirkiye bi temamî ji xaka Îraqê derkevin û hêzên Pêşmerge jî werin hilweşandin.

Ebû Mucahîd Esaf, berpirsê ewlehiyê yê Hizbullaha Îraqê, li ser danîna çekan û rewşa ewlehiyê ya dawî daxuyaniyek weşand.

Hizbullah: Divê Amerîka û Tirkiye vekişin

Yek ji mercên hizbullaha Şîe, ku di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, vekişîna hemû leşkerên Amerîkî ji erd û asîmanê Îraqê ye.

Her wiha misogerkirina ku ew venegerin û dûrxistina biryarên siyasî û aborî ji hegemoniya Amerîkî ye.

Mercekî din ê vê koma çakdar, vekişandina supaya Tirkiyê ji Îraqê bi temamî ye ku gelek sal in li axa Başûrê Kurdistanê ne. 

Hizbullah: Divê hêzên Pêşmerge werin hilweşandin

Mercê sêyem jî hilweşandina hezên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ye.

Ev jî di demekê de ye ku Pêşmerge hêzeke fermî ye û di destûrê de wekî parêzvanê Herêma Kurdistanê tê nasîn.

Beşeke din a daxuyaniyê der berê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de bû, tê de hatiye ku Zeydî şîretên siyasî paşguh kirine û pişta xwe bi partiyên din û nûnerê Amerîkî Tom Barack ve girê daye.

Esaf: Zeydî pişta xwe bi Tom Barack ve girê daye

Her wiha got ku komên çekdar zêdetirî 100 roj in li hemberî reftara wan tehemûl kirine, lê tiştek nedîtine ku alîkariya Îraqê bike ku ji rewşa dijwar derbas bibe.

Hizbullaha Îraqê, Zeydî bi wê yekê jî tawanbar dike ku di bin çavdêriya rasterast a Amerîkiyan de êrîşî malên şehîd û birîndarên hêzên wan dike.

Her wiha Esaf dibêje:

‘‘Dema me ji bo serweriya welat berevanî dikir, Zeydî bi pirkirina xezîneya xwe mijûl dibû.’’

Esaf di dawiya daxuyaniya xwe de bang li kesên aqilmend û mezin ên Îraqî kir ku pêşî li vê têkçûna ewlehiyê ya ku Zeydî bûye sedema wê, bigrin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye