Keştiyek li tengava Hurmizê rastî êrîşekê hat

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê îro ragihand ku keştiyek rastî êrîşa bi mûşekeke nenas hatiye. Her wiha duh ajansa Bloombergê jî da zanîn ku hin hevalbendên Amerîkayê dibêjin ku Tengava Hurmizê hê jî ji mayînan paqij nebûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê roja 27'ê tebaxê ragihand ku keştiyeke petrolê li Tengava Hurmizê nêzî bajarê Xesab ê Umanî bû armanca mûşekeke nenas.

Li gorî rêxistinê, êrîşa mûşekî bi sedema derketina şewatekê di keştiyê de.

Lê agir hat kontrolkirin û hemû ekîba keştiyê ewle ne.

Rêxistinê lê zêde kir ku heta niha ti agahî der barê qirêjiya jîngehîn a ji ber vê bûyerê de nehatiye belavkirin û rayedarên xwecihî di rewşa kontrolkirina vê bûyerê de ne.

Her wiha rêxistinê ji keştiyan xwest dema ku ew di tengavê re derbas dibin hişyar bin û her çalakiyeke biguman ragihînin.

Bloomberg: Hevalbendên Amerîkayê dibêjin li Hurmizê mayîn mane

Her wiha Ajansa Nûçeyan a Bloombergê jî roja çarşemê der barê Tengava Hurmizê de nirxandin kir.

Bloombergê ragihand ku hejmarek ji hevalbendên Amerîkayê bawer dikin ku Tengava Hurmizê hîn bi tevahî ji mayînan nehatiye paqijkirin.

Ev nirxandin nakokin bi daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser paqijkirina Tengava Hurmizê ji mayînan ji aliyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve.

Li gorî Bloombergê, dibe ku bi dehan mayînên ku ji aliyê Îranê ve hatine danîn hîn jî di avê de bin.

Bloombergê daxuyand ku hejmara mayînên ku hatine danîn di navbera 80 û 150 de ne.

Lê hejmara rastîn a mayînên mayî nayê zanîn.

Qaim Penah: Em nikarin benzînê hawirde bikin

Li aliyekî din, Cîgirê Cîbicîkar ê Mesûd Pezeşkiyan Mihemed Cefer Qaim Penah, roja çarşemê 26'ê tebaxê, der barê hilberîna benzînê de axivî.

Mihemed Cefer Qaim Penah anî ziman ku hilberîna benzînê têrê nake û Îran ji ber dorpêça deryayî ya Amerîkayê nikare benzînê hawirde bike.

Her wiha Qaim Penah lê zêde kir ku belavkirina benzînê ne dadmend e û divê tedbîr werin girtin, da ku were rastkirin û berdewambûna vê rêyê ne pêkan e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye