Endamê Ofîsa Cîbcîkar yê beşa darayî Xalid Îbrahîm derbarê dema guhertinê daxuyaniyek da.
Xalid Îbrahîm di daxuyaniya xwe de wiha got:
Li ser medyaya civakî, agahiyên ku dibêjin roja sêşemê roja dawî ya guhertina pereyên kevne belav bûne.
Ji ber vê yekê, em dixwazin rastiyê eşkere bikin ku heta niha di prosedurên pejirandî yên danûstandinê de, ti guhertin nehatine kirin.
Em bang li xelkê parêzgeha Hesekê dikin ku nedin pey agahiyên şaş û ne teqez.
Xalid Îbrahîm ji parêzgehê daxwaz kir ku tenê xwe bispêrin agahiyên bi çavkanî û guh nedin gotegotan.