Asta ava çemê Firatê li Dêra Zorê bilind bû

Ava Firatê li Dêra Zorê bilind bû; zevî binav bûn û stasyonê avê ji xizmetê derketin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Careke din asta ava çemê Feratê bilind bû, av gihîşt kolana Kornîş û stasyona El Cinêne, zeviyên çandiniyê jî binav bûn, 4 stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derketin.

Ji ber ava zêde ji bendavên Firatê hatin berdan, ava çemê Firatê li bajarê Dêra Zorê û gundewarên wê zêde bû, ev yek hişt ku av li gelek cihan ji rêya xwe derkeve.

Wezareta Enerjiyê diyar kir ku vekirina rêya ava bendavên firatê di 22`ê îlonê de dest pê kir, ev yek hişt ku ava zêde bighêje Dêra Zorê û li Parêzgehên Reqa û Dêra Zorê bi lez biherike.

Wezaretê da zanîn ku ji ber zêdebûna avê ya ku ji hêla Tirkiyê ve tê ev yek rû dide, daxwaz ji şêniyan kir ku ji çem dûr bikevin û melevaniyê nekin.

Di encama bilindbûna asta avê di çem de stasyonên ava vexwarinê ya Mihêmîd, El Cinêne, Sifêra Tehtanî û El Kesra hatin rawestandin, av kete stasyona El Cinêne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye