Di demên dawî de pêleke bilindbûna bihayan li gelek herêmên Sûriyê derketiye pêş.
Şêniyên parêzgeha Hesekê jî ji nirxê madeya mazotê û kelûpelên jiyanê bi giştî jî ne razî ne.
Îro ajokarên erebeyên veguhestinê yan ku servîsan di nava bajarê Hesekê de ji ber rawestandina para wan ji mazota bi cureya baş, dest bi girevê kirin.
Li gorî çavkaniyan, niha bihayê servîsê ji bo her kesekî nêzîkî 2 hezar lîreyên Sûrî ye.
Lê eger ajokarên erebeyên veguhestinê neçar bimînin ku mazotê bi bihayê nava bazarê bikirin, dibe ku bihayê rêwîtiyê derkeve nêzîkî 5 hezar lîreyan an zêdetir jî.
Ev yek dê barê welatiyan, bi taybetî xwendekar, karmend û kesên xwedî dahata kêm, girantir bike.
Şêniyan ji Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê re diyar kiribû ku ditirsin berdewamiya girevê bibe sedema felcbûna veguhastina nav bajêr.
Ev jî di demekê de ye ku malbat ji ber kêmbûna hêza kirînê û bilindbûna bihayê kelûpel û xizmetguzariyên bingehîn di nava zehmetiyan de ne.
Çavdêriyê bang li aliyên têkildar kir ku sotemeniyê ji sektorên girîng re peyda bikin û barê welatiyan sivik bikin.
Karkerên depokirina genim li Amûdê daxwaza heqdestê xwe kirin

Karkerên depokirina genim ên depoxaneya li Amûdê jî bi mîtîngekê daxwaza wergirtina heqdestê xwe yê 8 rojan kirin.
Derdora 60 karmendan li pêşiya depoxaneya genim daxwaz ji berpirsan kirin ku heqdestê wan di dema karê barkirinê de, bidin wan.
Rêveberiya depoxaneya genim, karker agahdar kirin ku heqdestê wan ê ji bo karên barkirinê dê ji aliyê rêveberiyê ve were dayîn.
Lê piştre agahî ji karkeran re hat ku divê ew heqdestê xwe ji cotkaran werbigirin.
Vê yekê hişt ku karker nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Karker tekez dikin ku erkên ji wan re hatibûn destnîşankirin pêk anîne û ti berpirsiyariyeke wan li hemberî guhertinên di sîstema dayîna mûçeyan de tune ye.
Karkerên ku derketibûn xwepêşandanê bang li rayedaran kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, nakokiyê çareser bikin û mafên karkeran bidin.