Li Şamê çalakiya mamosteyên girêbest di hefteya duyemîn de li pêşiya avahiya Wezareta Perwerdeyê dewam dike. Mamosteyan xwestin çareserî ji rewşa wan a kar re were dîtin û dane zanîn ku çalakiya wan daxwaza bi hezaran mamosteyan e ku ji ber rewşên madî û erdîngarî nikarin werin Şamê.
Mamosteyan xwestin biryarên nû tevahî mamosteyên girêbest bigire nav xwe û mamosteyên ku zêdetirî 5 sale kar dikin, werin tayînkirin.
Mamosteyên daxwaz kirin ku berpirsk wezaretê bi wan re bicive.
Li Derayê jî hejmarek ajokarên barhilgiran çalakiyek li qada deriyê sînorî yê Nesîb li dar xist û rêya derketina ji qadê bi awayekî beşî girt.
Ajokaran xwestin tevahî barhilgir di bin çavdêriya nivîsgeha rêxistinkirina veguhestina kel û pelan de bin û biryara 31‘an were pêkanîn, xebata "wergirtina taybet" were betalkirin da ku derfetên kar bi awayekî adilane ji hemû ajokaran re were mîsogerkirin.
Li Siwêdayîê jî bi dehan koçberên ku ji gundên rojava û bakurê bajêr hatine koçberkirin, li deriyê Um El Zeytûn xwepêşandan li dar xist.
Li navenda bajêr jî bi beşdariya xwendekaran û malbatên wan xwepêşandanek hat lidarxistin.
Di xwepêşandanê de biryara ku ezmûn li herêma gundewarên bakur werin kirin, hat şermezarkirin.
Hat xwestin navendên ezmûnan li navenda bajêr werin vekirin da ku barê çûn û hatinê li ser wan sivik bibe.
Li Şam, Dera û Siwêdayê xwepêşandan
Li Şam, Dera û Siwêdayê bi dixwaza mafan, vegera ewle ya koçberan û veguhestina navendên ezmûnan xwepêşandan hatin lidarxistin.