Ev gav di çarçoveya peymana 29'ê çileyê ya navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz de pêk hat.
Ev 2 roj li ser hev di navbera Desteya Jin û Desteya Malbat û Nifûsê ya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Hikûmeta Veguhêz de rêzecivîn hatin lidarxistin.
Piştî civînan, hat ragihandin ku Desteya Jinan a Cizîrê bi pergala Desteya Malbat û Nifûsê re hatiye entegrekirin.
Li gorî lihevhatinê dê nivîsgeh û navendên Desteya Jinan a Cizîrê xebatên xwe berdewam bikin.