Dewleta Îranê cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî birî

Desthilata Îranê cezayê darvekirinê li çalakvana siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî birî. Ev cara duyem e ku ji aliyê desthilatê ve cezayê darvekirinê lê tê birîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji parêzerên Werîşe Mûradî, Emîr Secadî îro têkildarî biryara nû ya dadwerên Tehranê li ser muwekîla wî daxuyaniyek weşand.

Emîr Secadî da zanîn Werîşe Mûradî bi tawana endametiya ‘di komeke serhildêr de’ hate tawanbarkirin û mafê wê heye ku cezayê xwe di nav 20 rojan de li Dadgeha Bilind îtîraz bike.”

Her wiha da zanîn ku Werîşe Mûradî beşdarî tu çalakiyek leşkerî li dijî Komara Îslamî ya Îranê nebûye û çalakiyên wê tenê bi şerê li dijî DAIŞ’ê li Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye