Gundên Taylandê di bin avê de mane

Li gorî dîmenên AFP'ê, welatiyên paytexta Taylandê Bangkok, ji ber lehiyê di nava zehmetiyan de dijîn.

reset font size increase font size

Li gorî agahiyên AFP'ê, gudên Taylandê di 6 demsalên lehiyê yên borî yên li pey hev de, di bin avê de mane.

Kolan û xaniyên ku hûn di dîmenan de dibînin, ji avê nema xuya dikin.

Welatiyên wê ji bo kirîna kelûpelan bi qeyikan di avê re derbas dibin û pêwistiyên xwe yên malê peyda dikin.

Malên wan di nav avê de ne, heger bixwazin ku li malê rûnên, her tim li cihên bilind rûdinên.

Ava zêde jiyana wan zehemt kiriye û çûn û hatina wan asteng kiriye.

Vê yekê hin kes neçar kirine ku ji gundên xwe derkevin, hinên din jî, mîna vê jina 34 salî, xaniyên xwe bilindtir kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye