33 Sal di ser şewata zindana Hesekê re derbas dibin

33 sal di ser şewata zindana Hesekê re derbas dibin. Welatiya ji Amûdê bi navê Beegê Mihemed Elî Hevjîna Hisên Omer Derwîş yê ku di wê bûyerê de birîndar bûbû got: " Hevjînê min kiribûn di kertonekê de û ew anîn, piştî du mehan wî jiyana xwe ji dest da."

reset font size increase font size

Roja 24`ê adara 1993`yan, rojek ne asayî bû, tevgereke nexwezayî, aramiyek ku tirs û xofê diafirand.

 

Bûyera di şeva 24’ê Adara 1993’an de dema girtiyan li dijî şert û mercên girtîgeha navendî nerazîbûn nîşan dan.

 

Hêzên ewlekariya ya Sûriyê, agir bi girtiyan xistin û di encamê de 72 girtî şewitîn.

 

Piştre 5 kesên din jî hatin darvekirin û hejmara qurbaniyên komkujiya zindana Hesekê bû 77 kes.

 

Hisên Omer Derwîş di şeva Newrozê de hatibû girtin û piştî şewata zindanê birîndar vegeriyan mala xwe.

 

Beegê Mihemed Elî  Hevjîna Hisên Omer Derwîş yê ku di wê bûyerê de birîndar bibû ji Nûçe Tv re behsa wê bûyerê kir.

 

Beegê Mihemed Elî : Di şeva Newrozê de hevjînê min girtin

 

Beegê Mihemed Elî got: Hevjînê min kiribûn kertûnekê de û ew anîn, piştî du mehan wî jiyana xwe ji dest da."

 

Beegê Mihemed Elî: Hevjînê min xistibûn kartona mozan

 

Şewata zindana Hesekê di 24 Adara sala 1993ê de rûda, û di encamê de zêdeyî 70 kesî şewitîn ku piraniya wan Kurd bûn.

 

Piştî bûyera şewata zindana Hesekê, heta niha rastiya şewatê nehatiye diyar kirin, Hin kesên ku ji agir rizgarbûn dibêjin ku sedema sereke nermatî û alîkariya polîsan bi wan kesên gunehker û sûcder re hebû ku hiştin agir were vêxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye