Encamên hilbijartinên Slovenyayê hat eşkerekirin.
Komîsyona hilbijartinê ya Slovenyayê encamên hilbijartinên di navbera Partiya Demokratîk a Slovenyayê ku ji hêla Serokwezîrê berê Janez Janša ve tê rêvebirin û Partiya Tevgera Azadiyê ya lîberal ku ji hêla Serokwezîrê niha Robert Golob ve tê rêvebirin, ragihand.
Her du partî jî tevî hevkarên xwe yên koalîsyonê yên heyî re jî, 46 kursiyên pêwîst ji bo piraniya parlemana 90 kursiyan bi dest nexistin.
Piştî jimartina ji sedî 99.45´ê dengan, partiya Tevgera Azadiyê 29 kursî, piştî wê Partiya Demokratîk a Slovenyayê bi 28 kursiyan hat.
Hat ragihandin ku bi zêdekirina partiyên piştgir, Partiya Tevgera Azadiyê dê 40 wekîl û Partiya Demokratîk a Slovenyayê wê 43 kursiyan bi dest bixe.
Her wiha hate diyarkirin ku partiyên siyasî dest bi danûstandinan dikin ji bo avakirina hevpeymaniyek hikûmetê, ji ber ku partiya Robert Golob hewce dike ku bi partiyên biçûk re hevpeymaniyê bike da ku kursiyên ku di vê rûniştinê de winda kirine telafî bike. Tê payîn ku komîsyona hilbijartinê ya Slovenyayê di çend demjimêrên bê de hêdî hêdî dest bi ragihandina encamên fermî bike, piştî wê jî maratona fermî ya danûstandinan dê dest pê bike da ku taybetmendiyên desthilata nû ya rêveberiyê diyar bike.