Bi hatina Cejna Newrozê re tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê hatin xemilandin.
Bazarên Rojavayê Kurdistanê giştî bi cil û bergên Kurdî û sembolên Kurdî hatiye xemilandin.
Bazara Qamişlo jî yek ji bajarên ku kelecana Newrozê lê te jiyîn e.
Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Keder Hisên diyar kir ku, ev heyama mehekê ye ew amadekariyên Newrozê dikin û wiha got:
"Bi dirûşmeya, bi rihê yekîtiya newtewî em ê agirê Newroza îsal geş bikin."
Keder Hisên destnîşan kir ku, Ehmed Kerkûkî yê ku tevlî serferberiya giştî li Rojavayê Kurdistanê bû, bû sembola yekîtiya netewî.
Li aliyekî din jî firoşkarê qumaş, cil û bergên Kurdî Heval Bonciq, got ku xwesteka gel îsal li ser cil û bergên Kurdî zêdetir bûye.
Cil û bergên gelêrî yên Kurdî yek ji sembolên çandî yên herî berbiçav in ku nasnameya Kurdî nîşan didin.
Cil û bergên Kurdî ne tenê nîşaneyeke mîrateyê ne, lê ew beşeke kollektîf temsîl dikin.
Her ku Newroz nêzîk dibe, cilên Kurdî li meydan û şahiyên giştî têne nûkirin, hem ji hêla jin û hem jî ji hêla mêran ve ,weke wateyên sembolîk ên têkildarî nasname û çandê ve girêdayî ne.
Îsal jî li Rojavayê Kurdistanê hazirtiyên xwe yên Newrozê bi kelecanek mezin berdewam dikin. Newroza îsal di bin dirûşmeya rihê yekîtiya neteweyî li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê dê bê pîrozkirin.