Ji 28'ê sibatê ve şerê di navebra Îsraîl-Amerîka û Îranê de berdewam dike.
Gefên Îranê yên li dijî rêyeke girîng a keştîvaniyê li Deryaya Sor tirsên ji astengiyên din ên bazirganiya cîhanî zêde kirine.
Îranê niha Tengava Hurmizê girtiye, bi vê yekê re, rê li ber vekirina keştîvaniyê di Kendava Erebî re digire.
Niha gefê li bazirganiya ku di Tengava Bab El-Mendeb re di navbera Kendava Aden û Deryaya Sor re derbas dibe, ku ber bi Kanala Suweysê ve diçe, dixwe.
Îranê ragihandiye ku eger rewş ji kontrolê derkeve, dê Tengava Bab El-Mendeb bi rêya alîgirên xwe yên li herêmê bigire.
Tengava Bab El-Mendeb li ku derê dikeve?
Tengava Bab El-Mendeb rêyeke avê ya stratejîk û girîng e ku Deryaya Sor bi Kendava Aden û Okyanûsa Hindî ve girê dide.
Her wiha Parzemîna Asya (Yemen) ji Afrîkayê (Cîbûtî û Erîtêra) vediqetîne.
Ew wekî deriyê başûr ê Deryaya Sor kar dike û yek ji rêyên deryayî yên herî girîng ên cîhanê ye.
Ji bo petrol û barkirina bazirganîyê, ku bi qasî %10-12 ji bazirganiya cîhanê di vê Kendavê re derbas dibe.
Tengava Bab El-Mendeb wekî "Deriyê Hêstiran" jî tê nasîn.
Firehiya wê bi qasî 30 kîlometreyan e û ji Ras Menhaliyê li Berava Asyayê heta Ras Siyan li Berava Afrîkayê dirêj dike.
Girava Brîm a Yemenê li deriyê başûr ê tengavê ye, ku tengavê dike du kanal.
Kanala "Îskender" wekî kanala herî biçûk ji her duyan tê hesibandin û li rojhilatê Berava Yemenê ye.
Firehiya wê 3 kîlometre ye û kûrahiya wê herî zêde 30 metre ye.
Kanala "Daqat Mayun" mezintirîn kanal e, li rojavayê kêleka Beravên Afrîkayê ye û bi berfriyehiya 25 kîlometreyan e û kûrahiya wê 310 metre ye.
Li gorî çavkaniyên jeolojîk, bingeha Bab El-Mendeb bi tevgera tektonîk a cihêreng bi serdema sêyemîn a jeolojîk ve girêdayî ye.
Di encamê de Nîvgirava Erebî ji parzemîna Afrîkayê veqetiya û Deryaya Sor, di nav de Bab El-Mendeb jî çêbû.
Navê "Bab El-Mendeb" ji peyva erebî "nedb" hatiye, ku tê wateya giriya li ser miriyan"Deriyê Hêstiran."
Hin kesan ji bo vî navî sedem nîşan dane, dibêjin girî “Elmedeb” di dema derbasbûna tengavê de winda bûne, jinên Yemenî li ser digiriyan ji ber vê yekê ev nav lê hat kirin.
Her wiha hinek dibêjin ku ev nav ji ber ku jinên Afrîkî şîna kur û keçên xwe yên ku di dema dagirkirina Afrîkayê de, ji aliyê êşîrên Ereban ve wek kole û dîl hatine girtin, ev nav lê hatiye kirin.
Pispor dibêjin ku ev nav ji ber şîna miriyên ku di deryayê de xeniqîn, dema ku erdhejekê parzemîna Asya û Afrîkayê ji hev veqetand, hatiye.
Girîngiya Tengava Bab El-Mendeb çi ye?
Tengava Bab Mandeb yek ji rêyên avê yên herî girîng ên cîhanê ye, girîngiya wê bi vekirina Kanala Suweysê re, di sala 1869an de bi awayekî zelal derket holê.
Ji ber ku ew bû yek ji girêdanên girîng ên rêya deryayî yên herî kurt.
Ev rê Rojhilatê Asyayê û Ewropayê bi hev ve girê dide, ji Okyanûsa Hindî di nav Deryaya Erebî û Kendava Adenê re, di Bab El-Mendeb re ber bi Deryaya Sor û piştre jî Deryaya Spî bi rêya Kanala Suweysê dirêj dibe.
Tengava Bab El-Mandeb, piştî Tengava Malaqa û Hurmizê, di warê veguhestina enerjiyê de di rêza sêyemîn a cîhanê de ye.
Piraniya hinardekirina petrol û gaza xwezayî ji Kendava Erebî di nav wê re derbas dibe, ku ber bi Kanala Suweysê yan boriya SUMÎD ve diçe.
Her wiha salane zêdetirî 21,000 keştî di tengavê re derbas dibin, ango rojane 57 keştî di nava wê re derbas dibe.
Li gorî daneyên Rêveberiya Agahiyên Enerjiyê ya DYA`yê di sala 2018'an de
Rojane nêzîkî 6.2 milyon bermîlên petrola xam û berhemên petrolê ji Bab El-Mendeb ber bi Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û bazarên Asyayî yên wekî Sîngafûra, Çîn û Hindistanê ve derbas dibe.
Eger Tengav were girtin wê çi bibe?
Girtina Tengava Bab El-Mendeb dê rê li ber %12 ji bazirganiya petrolê ya cîhanî û %8 ji bazirganiya gaza xwezayî ya şilekirî ya cîhanî bigire.
Her wiha girtina Tengavê, dê bi tenê keştîyan neçar bike ku li dora Afrîkaya Başûr bigerin, ji 10 rojan heta 15 rojan dirêj bike.
Bihayên petrol û barkirinê ji bo hemî kelûpelan bilind bike, ev tê wateya ku dê di hemû kelûpelan de zêdebûnek çêbibe ku dê hemû welatên cîhanê jî di nav xwe de bigire
Ji ber vê rola xwe ya staratejîk, ev Tengav niha weke kartekê, di şerê Amerîka û Îranê de alî li dijî hev bi kar tînin.
Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got:
"Heke lihevkirinek ji bo bidawîkirina pevçûnê neyê çêkirin, dê şaristaniyek bi tevahî îşev bimire û careke din venegere."