Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Awdanan di hevpeyvîneke bi Kenala BBC beşa Farisî re îdayên wergirtina çekên ji aliyê Amerîkayê ve red kir û nêzîkatiya PJAK'ê ya ji bo rewşê nirxand.
Rêwar Awdanan diyar kir ku PJAK'ê di çarçoveya rêxistin û xweparastina rewa de li hemberî dewleta Îranê têkoşînê dike.
Endamê PJAK'ê Rêwar Awdanan wiha got:
"Em naxwazin Kurdistan bibe qadeke şerê giştî.
PJAK'ê xwedî bernameyeke giştî ye û ji bo hemû Îranê ye."
Rêwar Awdanan wiha lê zêde kir:
"Ti têkiliya me li gel saziyeke îstixbaratî nîn e û em hewil didin ku diyalogê bi kesên ku dixwazin rejîma Îranê hilweşînin çêbikin.
Ev yek jî bi şertê ku civak navenda nîqaşê be, armanca me ya esasî parastina civakê ye."
Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di der barê îdîayên ku hêzên Kurdî çek ji Amerîkayê wergirtine de nirxandin kir:
"Me ti alîkarî, cureyên çekan û amûrên leşkerî ji Amerîkayê negirtine.
Hêzên me li gorî projeya xwe amadekariyên xwe dikin û hêzên me amade ne.
Gerîlayên PJAK'ê sûd ji hemû ezmûnên sed salên borî yên ji bo parastina gelê xwe, nasname, nav û xaka xwe girtine.
Her wiha PJAK sûd ji wan çekan girtiye ku bi xwe çêkiriye."
Endamê PJAK'ê Rêwar Awdanan bal kişand ser Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê û wiha domand:
"Em dixwazin Hevpeymaniya Partiyên Kurdî bibe dengê Kurdan û hêzeke leşkerî ya Kurd ava bikin ku Kurdan ji xeteriyan biparêze."
Endamê Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di dawiyê de got ku hebûna wan a li Başûrê Kurdistanê ne xeterî bû, li ku dera Kurdistanê êrîş hebe, Kurd wê biçin wir û parastina gelê xwe bikin.