Li Efrînê ciwanekî Kurd ji aliyê çekdaran ve hat wendakirin

Çavkaniyên xwecih ên li Efrînê diyar kirin ku ciwanê bi navê Canyar Mihemed Kêlo yê 19 salî beriya mehekê ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin, heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî çavkaniyan, dema ku artêşa dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê, di dawiya Kanûna 2024’an de herêma Şehbayê dagir kirin, Canyar û birayê xwe yê mezin Reşîd ji aliyê wan ve hatibûn revandin.

Îstîxbarata Tirk, Canyar tevî 18 kesên din, birin girtîgeha gundê Qetmê yê Efrînê û ji bo serbestberdana wan fidiye ji malbatên wan xwestin.

Piştî fidiye dan, Canyar hat berdan û di 16’ê îlona îsal de, hat agahdarkirin ku biçe navenda hêzên Hikumeta Veguhêz û belgeya "beraatê" binîvisîne.

Lê çavkaniyan diyar kirin ku Canyar ji wê demê ve hatiye revandin û aqûbeta wî nayê zanîn.

Malbata Canyar ji ber rewşa Canyar bi fikar e û dibêjin ku hêzên Hikumta Veguhêz berpirsê silametiya wî ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24