Şandeya Îmraliyê dê roja çarşemê bi Kurtulmuş û Ala re bicive

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê roja çarşemê der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi serokê meclisê Numan Kurtulmuş û wekîlê serokê giştî yê AKP’ê Efkan Ala re hevdîtinê pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di hefteyeke krîtîk de ye. 

Tê payîn di nava hefteyê de geşedanên girîng rûbidin. 

Çavê raya giştî jî li meclis û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ye.

Tê payîn li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyê di civîna kabîneyê de nîqaş werin kirin û piştre jî pêşnûme ji partiyên siyasî re bê şandin.

Rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku divê qanûna çarçoveyî di nava endamên rêxistinê de neyê kategorîzekirin û weke ku di hevdîtina 24’ê gulanê de bi Abdullah Ocalan re hatiye muzakerekirin, bê rojevê.

Li aliyê din jî, yek ji rojeva sereke ya pêvajoyê çûna şandeyê ya ji bo Girava Îmraliyê ye û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye. 

Şandeya DEM Partiyê herî dawî di 24’ê gulanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji wê rojê ve ti hevdîtin pêk nehatin.

DEM Partî û KCK jî rexneyan li desthilatê digirin û dibêjin ku li pêşiya hevdîtinê astengî heye û li dijî vê nerazîbûnê nîşan didin.

Piştî geşedanên vê hefteyê, tê payîn ku piştî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji aliyê kabîneya serokkomariyê ve hat nîqaşkirin, ji partiyên siyasî re bê şandin û piştre jî şandeya DEM Partiyê biçe Girava Îmraliyê, nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan wergire û bi raya giştî re parve bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye