Li Rojavayê Kurdistanê şaneyên çeteyên DAIŞê di nav tevgerêde ne. Êrişên çeteyan bê navber berdewam dike. Duh li ser rêya Reqa-Hesekê DAIŞê êriş kir û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di derbarê êrişa bombeyî ya şaneyên çeteyên DAIŞê ya li ser nuqteya kontrolê ya li ser rêya Reqa-Hesekê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, da zanîn ku yek ji şaneyên DAIŞê ên çekdar duh sibehê saet 9:00 li nuqteya kontrolê ya Makman a li herêma Sebah el-Xêr, li ser rêya Reqa-Hesekê, dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya di beşa (Ewlekariya Karwan û Rêyan) de hedef girt û wiha got: ‘Mayîneke asêmayî li nêzî wesayita dewriyeyê teqiya, di encamê de sê endamên me dema ku erka xwe ya parastina rê û misogerkirina tevgera sivîlan pêk dianîn, şehîd bûn û endamekî din jî birîndar bû. Agahdarî hebûna mayîneke duyemîn li herêmê nîşan didin.’
Her wiha eşkere kir ku ev kiryara terorîst ya çalakiyên DAIŞê, ev demeke li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê zêde bûye, bi taybet li deredora Holê û hin gundên Reqa û Hesekê zêde bûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: ‘Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şehîdên xwe yên qehreman piştrast dikin ku xwîna wan a paqij vala neçe. Hêzên me heta ku bermahiyên vê rêxistina sûcdar ji holê rakin, wê erka xwe ya pîroz ê li dijî terorê berdewam bikin.’
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyonên şopandin, lêpirsîn û dozgeriyê ji bo şopandina endamên vê kiryara tirsonek destpê kirine. Ew kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê û gelê herêmê xera bikin dê ji cezakirinê xilas nebin.
Malva Misto