Ozgur Ozel li balafirgehê ji aliyê endamên CHPê ve bi dahol û zirneyê, dirûşm û tîlîliyan hate pêşwazîkirin.
Ozelê ku li Balafirgeha Amedê ji aliyê endamên CHPê ve hat pêşwazîkirin, pişt re silav da qerebalixa ku li ber deriyê balafirgehê li benda wî bû.
Welatiyên ku ji bo Ozel kom bûbûn, ji bo Ozel dirûşm berz kirin û pankarta hilgirtin.
Ozgur Ozel di çarçoveya bernameya xwe ya Amedê de li Mizgefta Mezin piştî nimêja înê bike li navçeya Sûrê çû serdana dikandaran.
Li gorî bernameyê, Ozel dê biçe li navçeya Bismilê bi cotkaran re bicive.
Her wiha dê li bajêr bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl re jî civînekê li dar bixe.
Tê payîn ku Ozgur Ozel hevdîtinên xwe yên Amedê êvarê bi civîna bi ciwanan re bi dawî bike.