Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim di 11'ê Adarê li Hewlêr'ê ji ber naxweşiya kêmaniya gurçik jiyana xwe ji dest dabû.
Siba li Kobanê ji bo Salih Muslim merasîma oxirkirinê dê were lidarxistin.
Ji Tirkiyê ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Salih Muslim şande ji deriyê sînor ê navçeya Riha Akçakale derbasî Girê Spî bû.
Şande piştî ku li Girê Spî hat pêşwazîkirin ber bi Kobanê ve ket rê.
Di şandeyê de ev kes hene:
Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir,
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari û Tûncer Bakirhan,
Hevberdevka Kogreya Yekîtiya Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş,
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç,
Endama Komîsyona Tekiliyên Derve ya DEM Partî Ebrû Gunay,
Serokwekîla Koma DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît,
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana,
Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tûncel,
Çetîn Arkaş,
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî Derya Aslan.