Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê têkildîarî bidarvekirina Babik Elî Pûr, Puya Qubadî, Ekber Danşuwekar û Seîd Mihemed Tequî Sengdemî ku endamên ‘Mucahdîn Xaq’ in daxuyaniyek da.
PJAK`ê da zanîn ku Dewleta Îranê di nava şerê heyî de, ketiye nava hewldanên bêdengkirin û tinekirina girtiyên siyasî û hemû binpêkirinên mafên mirovan pêk tîne.
PJAK: Darvekirin civakê dixe nava şerekî bê dawî
Her wiha PJAK`ê eşkere kir ku berdewamkirina vê bêdengkirinê, civakê dixe nava şerekî bê dawî û rijandina xwîna xelkên bêguneh zêde dike.
PJAK: Divê civaka navneteweyî ji bê dengiya xwe derkeve
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van sucan rexne kir û wiha ragihand:
“Divê civaka navneteweyî li hemberî darvekirina girtiyên siyasî û ew cezayê li ser wan hatiye ferzkirin bi tundî, şermezar bikin û pêşiya vê siyasetê bigirin.”
Di heman demê de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK`ê da xuyakirin ku xeteriyên bi vî rengî li ser jiyana girtiyên din yên siyasî hene û ev daxwaz kir:
"Li ser vê bingehê em daxwaz ji hemû rêxistinên siyasî, mafên mirovan, civaka Îranê û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî gefên bidarvekirinê, bêdeng nemînin û tiştên pêwîst ji bo pêşîgirtina liv an kiryarên nemirovî ya rejîma Îranê bigirin.”